Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Masûm Hesen, malbatên şehîdan hişiyar kir û diyar kir ku hinek alî dixwazin li herêmê xuyanga malbatên Şehîdan berovajî bikin û hewl didin fitneyê belav bikin.
Li gorî biryara Meclisa Malbatên Şehîdan, 4’ê Hezîranê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo derbarê rakirina wêneyên şehîdan, ji navînên rêyên giştî daxuyaniyek da.
Hinek aliyan jî hewl dan fîtneyê belav bikin û xuyanga Meclisa Malbatên Şehîdan berovajî bikin.
Piştî vê yekê, Meclisê bi daxuyaniyekê sedemên rakirina wêneyan eşkere kir, ku rewşên hawayê bandorê li wêneyan dikin.
Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Masûm Hesen diyar kir ku malbatên şehîdan bi şehîdên xwe re bi dil û canê xwe dilsoz in, ne bi daliqandina wêneyan.
Hesen bang li şêniyan kir ku bi fîtneyan û şerê taybet ên ku hinek alî bi rêya wê hewl didin xuyanga meclisê berovajî bikin, neyên xapandin.
Hesen her wiha diyar kir ku biyara rakirina wêneyan, girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan e û ne girêdayî biryarek siyasî ye.
Li gorî wî, hin projeyên derbarê daleqandina wêneyên Şehîdan jî wê hebin.