Parlamenter Canbaz: Leyla Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e

Li dijî girtina parlamenterên HDP’ê bertek zêde dibin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz, diyar kir ku bi betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û girtina wê, têkoşîna jinan armanckirin e û got: “Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e.”

Parlamenter Dîlşat Canbaz, bal kişand ser bêhiqûqiya heyî û têkoşîna hevpar a li dijî vê yekê û diyar kir ku pergala faşîzmê û desthilatdariya zilam, bi taybetî jin kirine armanca xwe.

Dîlşat Canbaz got:

“AKP û MHP’ê li her derê êrîşî beden û siyaseta jinê dike.

Leyla Guven îfadeya tevgera jinên Kurd e. Sembola têkoşîna azadiya jinan e.”

Hevserokên jin: Berxwedan jiyan e

Hevserokên jin ên Colemêrgê jî bertek nîşan da û diyar kirin ku girtin ne hiqûqî û anî ziman “di şexsê Leyla Guven de, li hemberî têkoşîna jinan êrîş pêk hatiye.”

Back to top button