Li Dêra Zorê di encama êrîşrk asmanî de,12 endamên komên Îranî hatin kuştin

Di encama bombebarana asmanî li ser navendeke komên Îranî yên li Dêra Zorê de, 12 endamên Îranî hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di derengiya şeva borî de, balafirên nenas navendên hêzên Îranê yên li baregeha Mezîliyê a Dêra Zorê bombebaran kir.

Di encamê de, 12 endamên komên Îranî yên ji Iraq û Efxanistanê hatin kuştin, her wiha alav û cebilxaneyên wan hatin teqandin.

Di demên dawî de, êrîş li ser bargehên leşkerî yên Îranî û bi taybet ên li Dêra Zorê zêde bûne.

Back to top button