Li Başûrê Kurdistanê, 20 kesên din bi vîrûsê ketine

Li Başûrê Kurdistanê her diçe, jimara pêketiyên Coronayê zêdetir dibe. Herî dawî jî Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 20 kes li Germiyanê bi vîrûsê ketine.

Li gorî agahiyan, kesên ku bi vîrûsê ketine 2 bijîşk û hin karmendên tenduristiyê ne.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiya Iraqî jî da xuyakirin ku di 24 saetên derbasbûyî de, hezar û 252 kes bi vîrûsê ketine û 33’yan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê her wiha diyar kir ku 331 nexweşên Coronayê jî baş bûne.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, 878 kes bi vîrûsê ketine û 21 jî mirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, di nava 24 saetên dawî de, 878 kesên din bi vîrûsê ketine û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê, jimara giştî pêketiyan bû 169 hezar û 218 kes.

Her wiha heta niha 4 hezar û 669 kes jî mirine.

Back to top button