Niştecihên kampa Holê bi destpêkirina operasyonê re bi ewle ne

Niştecihên kampa Holê anîn ziman ku bi despêkirina “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” zêdetir di nava ewlehiyê de ne.
Di heman demê de diyar kirin ku pewîste her dem operasyonê wiha çêbibin.

Di 27’ê Çileyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir.

Derbarê mijarê de welatiyê Iraqî yê bi navê Xidir Yûsif axivî û wiha got:

“Ji 2017’an de ji Mûsilê gihîştim kampê û rastî 7 hewldanên kuştinê hatim.

Em li vir heta asteke baş ewle ne, lê piştî operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn em xwe zêdetir di ewlehiyê de hîs dikin.”

Welatiyê Iraqî Ebdulqadir Casim ku ew jî rastî gelek hewldanên kuştinkirinê hatiye wiha axivî:

“Ji 2017’an de ji parêzgeha Enbarê gihîştiye kampê.

Casim têkildarî girîngiya van operasyonan ji bo niştecihên kampê û rêgirtina li ber sûcên şaneyên DAIŞ’ê de destnîşan kir ku metirsiya DAIŞ’ê ji 2019’an de dema ku malbatên wan ketine kampê çêbûye ku wan sûcên cûrbecûr pêk dianîn.”

Back to top button