Dewleta Tirk a dagirker derdora Til Rifetê topbaran kir

Îro dewleta Tirk derdora navçeya Til Rifatê topbaran kir.
Kalemêrê ku doh di topbarana li ser navçeya Sêrawa de birîndar bûbû rewşa wî girane.

Dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê îro jî êriş hebûn.

Derdora navçeya Til Rifetê ya herêma Şehba rastî topbarana dewleta Tirk ya dagirker hat.

Lê agahiyên derbarê encamên topbaranê de, nehatin bidestxistin.

Rewşa welatiyê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bûbû giran e

Doh jî Balafireke bêmirov a dewleta Tirk Ya dagirker malek û nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Bênê a navçeya Şêrawa bombebaran kiribûn.

Di êrişê de, Kalemêrê bi navê Îse Ehmed birîndar bûbû.

Hate zanîn ku rewşa Ehmed giran e.

Rayedarên Nexweşxaneya Avrîn da zanîn ku rewşa Îse Ehmed giran e û di bin çavdêriya taybet de ye.

Back to top button