Bi sedan jinên li Reqa li dijî êrişên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir

Jinan li Reqayê, bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagiarker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga rawestandina van sûcên dewleta Tirk a dagirker kirin.

Bi sedan jinên ji Reqayê, li pêşiya nexweşxaneya watanî ya li bajêr meşiyan û li çerxerêya El Neîm rawestiyan.

Li çerxerêyê Kombûna Jinan a Zenûbya daxuyaniya dan û tê de hat diyar kirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî mirovahiyê, li dijî gelê Sûriyê û herêmê pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca sereke ya êrişan şikandina vîna jinan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser û derxistina tevliheviyê li herêmê ye da ku dagirker armanca xwe ya avakirina “herêma ewle” pêk bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya hêzên garantor hat şermezarkirin û banga rawestandina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û darizandina sûcdaran hat kirin.

Şêniyên navçeya Til Temirê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk daketin qadan

Back to top button