Li Bab û Efrînê çeteyên Tirkiyê pevdiçin in

Çavkaniyên herêmî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên El Hemze bi moşekan erebeya çeteyên Cebha El Şamiyê li gundê Basûtê kir hedef.

Di encama kuştina nûçegihan Ebû Xenûm de, di navbera çeteyên Cebha El Şamiyê û El Hemze de li navenda bajarê Babê şer rû da.

Her wiha şerê wan derbasî gund û navçeyên kantona Efrînê jî bû.

Li gorî çavkaniyan, komên çeteyan li gundên Basûtê, Bablît û Tilifê bi çekên navîn û giran pev ketin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên El Hemze bi moşekan erebeya çeteyên Cebha El Şemiyê ya li gundê Basûtê hedef girt û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên Heyat El Şam dergehê gundê Xezewiyê ya Şêrewayê ku herêmên Efrîn ji herêmên Idlibê vediqetîne, girt.

Çavkaniyan destnîşan kir ku sewqiyetên leşkerî yên mezin ji Idlibê derbasî Efrînê kir.

Back to top button