“Serçeteyekî DAIŞ’ê li Cerabilusê dibe armanca koalîsyonê”

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan operasyoneke esîmanî li dijî berpirekî DAIŞê li Bakurê Sûriyê li dar xistiye.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşkere kir ku ev operasyon li Cerabilusê pêk hatiye û serçete hatiye girtin.
Li gorî agahiyan, serçeteyekî DAIŞê hatiye girtin û 2 çeteyên dewleta Tirk jî hatine kuştin.
CENTCOMÊ got ku vî serçeteyî êrişên terorîst li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi rê ve dibirin.

Operasyoneke din Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li deverên Sûrî yên di bin dagirkeriya Tirk de pêk tê û serçeteyên DAIŞ’ê yên xwe li wir bi cih kirine, dibin armanc.

Fermandariya Artêşa Amerîkayê CENTCOMê ragihand ku hêzên wan “operasyoneke esîmanî bi rêya helîkopteran li Bakurê Sûriyê pêk aniye û berpirsekîî DAIŞ’ê kiriye armanc”

Li gorî CENTCOMê “Di encama operasyonê de egera kuştina wî berpirsê DAIŞê heye”

Artêşa Amerîkayê ya ku nasnameya serçeteyê DAIŞ’ê eşkere nekir, eşkere kir ku “du çekdarên din di dema operasyonê de hatine kuştin”

Lê belê li gorî dezgehine ragihandinê, duh roja yekşemê balafirên hêzên koalîsyonê ji baregha xwe ya Xerab Işkê ya Kobanê ber bi Cerabilusa dagirkirî firiyane û çalakiyeke esîmanî li gundê “Siwêdayê” li dar xistiye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşkere kir ku serçeteyê DAIŞê yê bi navê “Ebû El-Berai” hatiye girtin.

CENTCOM’ê ragihand ku “berpirsê DAIŞê yê bûye armanca operasyonê, planên êrişên terorîst li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi rê ve dibiri”

Di heman operasyonê de, koma çete ya bi navê “Siqûr El-Şemal” ku ji hêla dewleta Tirk ve tê birêvebirin, mikur hat ku 2 endamên wê di êrişeke esîmanî ya Koalîsyonê de hatine kuştin.

Her wiha, platformên meyda civakî li kêleka dîmenên kuştiyên çeteyan û nasnameyên wan jî eşkere kirin.

Heta niha nayê zanîn bê Hêzên Sûriya Demokratîk beşdarî vê operasyonê bûne yan na, pêr
Berdevkê Operayonên Hevbeş Capt. Jonathan Ferrer ê di Artêşa Amerîkayê de got ku “dê QSD her bimîne hevkarekî dilsoz û çalak”

Operasyona li Cerabilusa dagirkirî, piştî çend rojan ji operasyona girtina serçeteyê bi navê “Huzeyfa El-Yemenî” û 2 hevkarên wî li Dêra Zorê ku Yekîneyên Antî Teror, Dijterora Başûrê Kurdistanê û Koalîsyonê bi rengekî hevbeş pê rabûn, pêk tê.

Piştî binketina DAIŞê di sala 2019an li Baxozê de, dewleta Tirk a dagirker deverên Bakur Rojavayê Sûriyê veguherandiye wargehên parastina serçeteyên DAIŞê.

Li wir, sala 2019’an Ebû Bekir El-Bexdadî û 2022’an jî Ebû Ibrahîm El-Qureşî û gelek serçeteyên din bi operasyonên QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî hatine kuştin.

Back to top button