Qamişlo…çeteyên Difa El-Wetenî agirbest binpê kir û şer li dar e

Niha şerê li Qamişlo piştî şikandina agirbesta li Qamişloyê ji aliyê çeteyên Difa el-Wetenî ve, li dar e.

Nûçegihanê me ragihand ku di dema Asayîş li gorî agirbestê li nuqteyên xwe tev digeriyan, çeteyan Dîfa El-Wetenî derdora saet 8’an, bi avêtina hawinan agirbest binpê kir û niha şer bi awayekî dijwar di navbera herdu aliyan de diqewime.

Li gorî nûçegihanê me, Taxa Tey ji sedî 80 ketiye destê hêzên Asayîşê.

Her wiha ji îro de dest bi operasyonên ewlehîkirina taxa Tay ji çeteyan kiriye.

Back to top button