Fransa: Rejîma Esed ji 2013’an ve zêdeyî 50 carî kîmyewî bi kar aniye

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bi dengdana piraniya dewletan, hikumeta Şamê ji çalakiyên xwe bêpar kirin.
Li ser vê yekê, Amerîka, Brîtanya û YE’yê kêfxweşiya xwe anî ziman û banga eşkerekirina bernameya wê ya çekên kîmyewî kir.

Berdevkê Wezateta Derve ya Amerîkayê Ned Price anî ziman ku, “rejîma Baas ji sala 2013’an ve zêdeyî 50 carî çekên qedexekirî bi kar anîne.”

Roja Çarşemê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li ser bikaranîna hikumeta Şamê bo çekên kîmyewî li dijî Sûriyan, hikumetê êdî ji mafê dengdan, namzetbûna bo encumena cîbicîker a rêxistinê û girtina erkan, bêpar kir.

Li ser biryara Rêxistinê, 87 ji 193 dewletan deng da.

Li hemberî wê, 15 dewletan di serî de Sûriye, Rûsya, Çîn û Îranê dijîtiya li ser biryarê anî ziman.

Her wiha 34 dewlet bêalî man.

YE: Divê Esed bernameya xwe ya çekên qedexekirî eşkere bike

Brîtanya û YE’yê jî bi giştî ev biryar pêwazî kir û bang li Esed kir bernameya xwe çekên kîmyewî eşkere bike.

Rejîma Esed: Ev biryar gaveke metirsîdar û berovajî hevpeymana “OPCW” ye

Jixwe duh hikumeta Şamê li dijî vê yekê derketibû û ew bi gaveke metirsîdar a dijminane bi nav kiribû.

Alîgira wê Rûsya jî li vê biryarê got ku êdî rêxistin veguheriye alaveke sîyasî.

Hikumeta Şamê Adara 2017’an gaza klor û sarînê li bajarokê Letamineyê yê Hemayê, her wiha sala 2018’an li bajarokê Seraqibê yê başûrê Helebê bi kar anîne.

Va ye Dewleta Tirkî ya dagirker jî di êrîşên li ser Efrîn û Serê Kaniyê de, fosfora spî şewitîner bi kar anîne, çima Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî “OPCW” ji bo vê dewleta dagirker jî xwe nalivîne.

Back to top button