Eniya Piştevaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, li Silêmaniyê ji bo qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li ber balefirên şer wer girtin, kampanya îmzeyan dan destpêkirin.
Li ber Parka Nalî û Parka Azadî yên Silêmaniyê ji aliyê Eniya Piştevaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ve standinên îmzeyan ji bo qedexekirina qada hewayî ya Bakur Rojhilatê Suriyeyê danîn.
Welatiyan eleqeyek zêde nîşan dan û bi îmzeyên xwe tevlî kampanyê bûn.
Her wiha wê komkirina îmzeyan heta hefteyekê berdewam be.
Rojnamevan û Endamê Eniya Piştevaniyê ya Rojavayê Kurdistanê Zanko Serdar derbarê armanca kampanyayê de ji Rojnews re axivî û got:
“Armanca me ewe ku NY biryarek ji bo qedexekirina asîmanê Rojavayê Kurdistanê li pêş balefirên dewleta Tirk û Suriyeyê bide.”
Zanko Serdar diyar kir îmzeyên ku ew kom bikin, wê piştre radestî NY û YE bikin.