Serhildanên li îran û rojhilatê kurdistanê di roja 53. de dewam kir

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî hemû êrişên rejîma Îranê jî bê navber dewam dikin. Di roja 53’an ya serhildanê de jî jin û xwandekar bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan bûn.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jin û xwandekaran di roja 53’an de dewam dikin.

Rejîma Îranê jî ji bo tepisandina serhildanan bi tundî êrişî welatiyan dikin.

Tevî hemû zextên hêzên rejîmê jî îro careke din welatiyên Merîwanê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” qurbaniyên serhildanê bibîr anîn.

Xwandekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî tevlîbûna dersan pirotesto kirin û bênavber dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê berz kirin.

Her wiha li yek ji zanîngehên Tehranê jî xwandekar bi dirûşmeyan daxwaza azadiyê girtiyan kirin.

Li aliyê din nêzî 600 mamostayên zanîngehê bi daxuyaniyekê gefên li ser mamosta û xwendekarên zanîngehê şermezarkirin.

Di dawî de mamosteyan bang li rejîma Îranê kirin ku dawî li êrişên xwe bînin û xwendekarên girtî berdin.

Li gelek bajaran jî welatiyan deriyên dikanên xwe venekirin, neçûn ser kar û dest bi girevê kirin.

Du bi şev jî li gelek deveran ciwanan bi molotofan êrişî baragehên hêzên besîcan kirin û ew der dan ber agir.

Back to top button