Konê sersaxiyê yê şehîd Necim El Dîn Hec sînan li gundê Cewheriyê hate vedan

Di encama dewleta Tirk a dagirker ya li dijî erebeya JIN TV de xebatkar Necim El Dîn Hec Sînan ku bavê sê zarokan e şehîd bû û nûçegihana JIN TV Delîla Egîd jî birîndar bû.
Îro konê sersaxiyê li gundê Cewheriyê yê Amûdê hate vedan.

Ji seatên sibehê ve şêniyên Amûdê û endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana konê sersaxiyê dikin.

Li bin kon dayika şehîd Necim El Dîn Hec Sînan axivî û diyar kir ku ew xwîna kurê xwe li erdê nahêle û got:

Ez ê bi xwe tola kurê xwe hilînim.

Dewleta Tirk dê nikaribe îrade û têkoşîna me bi van êrişên xwe têk bibe.

Bila serê gelê Kurd sax be, kurê min şehîdê Kurdistanê tevî ye.

Hate diyarkirin dê roja şemiyê şehîd Necim El Dîn Hec Sînan were oxirkirin.

Back to top button