Şêniyên Heleb-Heta dagirker ji Efrînê dernekevin em lê venagerin

Bi civînan, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê planên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li Efrîna dagirkirî eşkere kirin û destnîşan kirin ku heta dagirker ji Efrînê dernekevin ew li Efrînê venagerin.

(ENKS) hewl dide ku propagandayeke wisa çêke ku rewşa Efrîna dagirkirî aram e û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku rojane sûcên qirêj li dijî xweza û şêniyên Efrînê pêk tînin, bi awayekî baş nîşan bide.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê ji bo eşkerekirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li nav malên taxê geriyan.

Meclis ji 19’ê Tebaxê ve bi hevkariya PYD, Kongra Star, partiyên siyasî û saziyên sivîl li malên koçberên Efrînê geriyan dest bi rêzecivînan kir.

Meclis şênî ji vegera li Efrîna dagirkirî ya di bin dagirkeriya Tirkiyê de, hişyar kirin.

Sûcên tecawizkirin, dizî, revandin, şewitandina daran û talankirina malên şêniyên Efrînê hatin eşkerekirin.

Her weha banga hevgirtin û birêxistinkirinê hat kirin ji bo dagirker, ji Efrîn bên derxistin.

Civîn wê berdewam bikin.

Back to top button