Desteya Çand û Hunerê, zarokên beşdarî pêşbirka 4’an a salane ya Nivîskarên Pêşerojê a Zarokan bûne, xelat kirin.
Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê şahiyek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo li dar xist.
Pêşbirk 7’ê Tebaxê bi dawî bûbû.
Endamê komîteya amadekar a pêşbirkê Ebdul-mecîd Xelef got:
Ew ji bo pêşxistina behreyên zarokên ên xwendin û nivîsandê, van pêşbirkan li dar dixin.
Ebdulmecîd diyar kir ku dê çîrok û nivîsên beşdarên bi ser ketine, bi zimanên erebî û kurdî werin çapkirin.
Dawiyê, komîteya nirxandinê berhem nirxandin, diyarî û xelatên sembolîk li beşdaran belav kirin.
Zarokên beşdarbûne di navbera 10-18 saliyê de ne û bi berhemên xwe yên bi zimanên erebî û kurdî evlî bûn.