Balafirên Rûsyayê derdora Idlibê bombaran kir

Êrişên Balafirên Rusyayê li Sûriyê dijî çeteyên Tehrîr EL Şam û DAIŞ’ê dewam dikin.
Balafirên Rusyayê derdora Idlibê bombebaran kirin.
Her wiha xalên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê hedef girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer yên Rusya li gundewarê Idlibê êrişên esmanî pêk anîn.

Herêma Şixûr ya li rojavayê bajêr bû armaca êrişê.

Heta niha derbarê encama êrişê ti agahî nehatiye zelalkirin.

Balafirên Rûsya xalên DAIŞ li çolistana Sûrî bombebaran kirin

Balafirên Rusyayê careke din êrişî nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê kirin.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku nuqteyên çeteyan yên li çolistana Sûriyê hatin bombebarankirin.

Di 14’ê vê mehê de jî balafirên şer yên Rûsysayê cihên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî bombebaran kirin.

Back to top button