Everest 86 santimê din bilind bû û gihişt 8848,86 metreyî

Everest yê ku çiyayê herî bilind yê cihanê ye, 86 santim din bilind bû û bilindahiya wê gihişt 8848 metre û 86 santiman.

Piştî lêkolînên di navbera Çîn û Nepalî de pêkhat, diyar bû ku Everest 86 santimên din bilind bûye.

Wezîrê Derve yê Çînê Vang Yi di daxuyaniya xwe ya bi rêya video-konferansê de encamên bidest xistine, bi raya giştî re parve kir.

Heta niha agahiyên li ser bilindahiya Everest, yên ji aliyê lêkolînvanên Hindistanê ku di sala 1950’an pêk anî de bû.

Li gorî vê, bilindahiya Everest 8848 metre hatibû diyarkirin.

Piştî pîvanên piştre hate kirin, cudahî derketibû.

Ji ber vê yekê Çîn û Nepal bi hevre ji bo pîvana nû ya Everest biryarek girtin.

Di encama lêkolînan de derket holê ku Everest 86 santim din bilind bûye û bilindahiya wê gihaye, 8848 metre û 86 santiman.

Back to top button