Senetoya DYA ronahiya kesk ji bo firotina F-35’an ji Îmaratê re pêxist

Senatoya DYA, pêşnûmeya astengkirina ji bo firotina balefirên F-35 û balefirên bêpîlot ji Îmaratê re red kir.

Senetoya DYA, firotina balefirên F-35 ji bo Îmaratê jî di nav de 4 paketên din ên astengkirina firotina çekan red kir.

Paketa mijara gotinê, bi bihayê 23 milyar dolar bû.

Pêşniyara ji aliyê Wezareta Derve ve hatibû kirin.

Komarparêzan li dijî pêşnûmeya astenkirinê jimara xwe ya zêde bikar anîn û ronahiya kesk a ji bo firotina F 35’an ji Îmaratê re pêxist.

Joe Biden ku wê 20’ê Çile erkê serokatiya welat dewir bigre, dixwaze pêşniyar careke din diber çavan re were derbaskirin.

Senetorên Komarparêz firotina çekên pêşketî weke pirsgirêkek ewlekariya netewî, demokrat jî firotina çekan ya ji bo welatên li dijî Îranê stratejî û di berjewendiyên netewî de dibînin.

Meclisa Nûner û Komîteya Hêzên Leşkerî ya Seneto dikarin bi awayekî nivîskî firotina çekan bidin rawestandin.

Back to top button