Rêxistinên hiqûqî û mirovî der barê sûcên li dijî jinan li Efrîna dagirkirî pêk tên de civata navneteweyî di aliyên qanûnî û exlaqî de berpirsiyar girt û got cezayên ketober ên li dijî jinên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin binpêkirina mafên mirovan e.
Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêrs kirin.
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan û Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyek hevbeş sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî şermezarkirin.
Daxuyanî li pêş avahiya Komseriya Kar û Barên Penaberan a NYˊyê ya li Qamişoyê hate dayîn.
Daxuyaniyê de hate gotin:
Xelkên Efrînê ji 2018’an ve rastî her cure binpêkirin, êşkecen û dizî, talankirin, revandin, destdirêjî û kirinên hovane tên.
Ew yek binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovî û mafên mirovan e.
Daxiyaniyê de balhatekişandin ser rewşa jinan li Efrîna dagirkirî û ev yek hat ziman:
Rewşa jinan di xeteriyê dene.
Jinên Kurd ên di navendên girtinê û girtîgehan de di binpêkirinan re derbas dibin.
Di dawiya de jinan banfg Desteya NYˊyê kir ku van sûcên li dijî jin û keçan li Efrîna dagirkirî bi dawî bikin.
Rêveberiya Kampa Serêkaniyê jî der barê cezayên darvekirinê li dijî jinên li Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da û têde hate gotin:
Sûcên delweta Tirk ên li herêmên dagirkirî li dijî jinan têne kirin, li dijî qanûnên cezayan a navneteweyî ne.
Her wiha bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hemberî dagirker û çeteyan erkên xwe bi cih bînin.