Îro salvegera 12’an a şehadeta şoreşger û fermandarê şoreşa rojava xebat Dêrike.
Xebat dêrik ku hîmê parastina gelên herêmê danî îro şervanên wî li ser şopa wî li dijî xayîn û dagirkeran têdikoşin.
Fermandar Xebat Dêrik ku her di pîra gelê xwe de ye, bi boneya salvegera şehadeta xwe hat bibîranîn.
Bi boneya salvegera 12 a şehadeta Fermandar Xebat, merasîmên bîranînê hatin li darxistin.
Xelkê Dêrikê û bajarokên girêdayî wê, fermandar Xebat Dêrikê bi bîranîn.
Di merasîma bîranînê de birayê şehîd, Şivan Mihemed got:
“Destkeftiyên heyî bi saya fedakarî û hewldanên şehîdan e.
Wek malbata şehîd li ser şopa wî û tevahî şehîdan heta serkeftinê emê bimeşin.”
Xelkê Til Temir sersaxî ji malbata şehîd Rustem re xwestin
Li hêlekî din, meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê û xelkê navçeyê jî malbata şervanê QSD’ê Rustem Til Temir bi tenê nehiştin û herikîn bin konê sersaxiyê.
Şehîd Rustem Til Temir 10’ê Çileyê li Til Temirê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.