Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê-ADGB bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî, bûne.
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê-ADGB ragihand ku ew beşdarî Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî bûne.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk a faşîst AKP-MHP’ê li dijî têkoşîna mafdar a gelê Kurd ji bo astengkirina çareseriyê serî li hemû rêbazên leşkerî û siyasî dide.
Tevî van zext, gef û komkujiyan jî têkoşîna bi dehan salan a gelê Kurd a li dijî asîmîlasyon û qirkirinê bi biryardarî didome.
Birêz Abdullah Ocalan bi projeya konfederalîzma demokratîk ji bo jiyana wekhev û hevpar a gelan tevkariyeke mezin bike pêş xist.
Em weke Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê radigihînin ku em beşdarî Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ dibin û banga mezinkirina pêngavê dikin.”