Çalakiya nobetê ya Wargeha Mexmûr ê bi koma 19’an didome

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîdê çalakiya Nobetê hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 19’an ve hat dewrgirtin.

Koma 18’an bi daxuyaniyeke çalakiya xwe dewrî koma nû kir û got:

“Di van demên dawî de gûherîn, vegûherîn û geşedanên ku di Rojhilata Navîn de çêdibin dixwazin pirsgirê Kurd paş bixin bi taybet tecrîda ku li ser Rêbertiya me bidin ji bîrkirin.

Ji bo şikandina vê tecrîdê azadiya Rêbertî di rojên dawî de pêngava ku hatî destpêkirin ya ku armanca azadî ji Rêbertî re çareserî ji pirsgirêka Kurd re hîn bêhtir derbazî qonaxek nû bûye.

Em li vêderê didin diyar kirin ku wek gelê Kurd û bi taybet wek civaka Wargeha Mexmûr em di vê pêvajoyê de bi hemû hêza xwe cih digirîn, heta ne pirştgirî dixwazîn pêşengtî dikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ciwan fedayên Rêber Apo ne’ dewrî koma 19’emîn hate kirin.

Çalakiya nobetê li Mexmûrê dewrî koma 18’an hate kirin

Back to top button