“Planên komplogeran biser nakevin, nikarin vîna gel bişkînin”

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêgirtina li ber belavbûna şoreşê ye.

Endama rêveberiya Kongra Star Şadiya Yûsif ku ji pêkhateya Ereb e diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla gelek dewletan ve pêk hat.

Şadiya Yûsif bibîrxist ku armanca komplogeran vîna gelên bi felsefeya wî bawer in bişikînin û got:

“Planên komplogeran bi ser nakevin, ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan belav bûye.”

Cîgira Hevserokatiya Meclisa bajarê Dêrikê Seyide Îbrahîm a ji pêkhateya Suryan jî destnîşan kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan neheqiyek li dijî wî û li dijî gelê wî ye.

Dayika şehîd Ferhad Dêrik, Şêrîn Mihemed Omer anî ziman ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tiştî pêşkêş bikin û got:

“Bila komploger baş bizanin em li ser fikra Rêberê xwe ne. Em ê têkoşînê dewam bikin ta azadadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were.”

 

Back to top button