Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê komkujiya Parîsê hate şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi meşekî, şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê bi bîr anîn.

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara bi nasnav Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê bi navê Abdurrahman Kizil yên di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin şehdîxistin, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi meşekê hatin bibîranîn.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî meşê bûnn. Di meşê de wêneyên şehîdan, alên Rêber APO, PKK û KCK’ê hatin hildan.

Meş ji qada Place de la Boûrseyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Sedan kesên tevlî meşê bûn, bêdengiya dewleta Fransa ya li hemberî komkujiyan şermezar kirin.

Piştî meşê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin hatin kir. Di axaftinan de êrîşên li dijî Kurdan hatin şermezarkirin û operasyonên şoreşgerî yên gerîla hatin silavkirin.

Li Ewropayê banga eşkere kirina kujeran hate kirin

Back to top button