Li Ewropayê banga eşkere kirina kujeran hate kirin

Kurd û dostên wan ji bo hesabpirsîna ji kujerên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûr-rahman Kizil, li Ewropayê daketin qadan.
Çalakvana di meşê de banga eşkere-kirina kujeran kirin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo hesabpirsîna ji kujerên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil li Ewropayê di nava çalakiyan de ne.

Bi wesîleya salvegera qetlîamê li paytexta Fransa, Parîsê meşeke protestoyî hat lidar xistin.

Kesên tevlî meşê bûn, sibehê zû li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ku komkujî lê pêk hatibû li hev kom bûn.

Şaredariya Herêma 10’emîn a Parîsê jî wêne û pankartên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin û li şaredariyê daliqandin.

Di meşê de careke din banga zelalkirina û darizandina kujeran hate kirin.

Bi heman awayî li Marsîlyayê jî bi hezaran kes li qadan bûn.

Di çalakiyê de ji dewleta Fransayê hate xwestin ku demildest berpirsên rast ên komkujiyê eşkere bike û hêzên li pişt êrişê teşhîr bike.

Devereke din a çalakiyê jî bajarê Brest ê Fransayê bû.

Li wir jî gelê Kurd û dostên xwe li qada bûn.

Li wir jî banga darizandina kujeran hate kirin.

Bi heman boneyê li gelek bajarên Almanyayê jî çalakî hebûn.

Li wir jî bi hezaran kes daketin qadan û heman bang kirin.

Ev der jî paytexta Belçîkayê, Brûksel e.

Li vir jî Kurdistaniyan hêrsa xwe ya li hember bêdengiyê anîn ziman.

Back to top button