Çalakiya greva birçîbûnê ya Holê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Holê ya ji bo piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Duh, di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de li navçeya Holê çalakiya konvedanê ya grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Çalakî bi daxuyaniyekê ji hêla hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Holê Emar Mûsa ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de siyasetên çewisandinê yên dewleta Tirk a li dijî Rêber Apo pêk tîne hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku di oxira bidawîkirina tecrîdê de wê têkoşîn di tevahî aliyan de were bilindkirin.

Her wiha bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku erkê xwe bicîh bînin.

Back to top button