Li Hesekê û Tebqayê çalakiyên greva birçîbûnê destpê kirin

Bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li çar aliyên cîhanê bilind dibin.
Li Hesekê û Tebqayê çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin û wê du rojan dewam bikin.
Di çalakiyan de gelê herêmê gotin: “Em girtiyan bi tenê nahêlin û em dengê girtiyan in.”

Xelkê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi armanca piştgiriya bi girtiyên zindanan re çalakiya grevê destpêkir.

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên partiyên siyasî û TEV-DEM’ê beşdarî çalakiyê bûn.

Xelkên Hesekê yên di roja yekemîn de beşdarî çalakiyê bûbûn diyar kirin wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin û çalakiyên wê dê her lidar bin.

Her wiha berxwedana girtiyên Tirkiyê û Kurdistanê silav kirin û gotin:

“Em hemû dengê girtiyan in.”

Beriya ku çalakî destpê bike daxuyaniyek ji aliyê Însiyatîfa Gel ve hate dayîn.

Însyatîfê diyar kir ku gelê herêmê piştgiriya berxwedan Rêber Apo ya li girtîgeha Îmraliyê dikin û wê li hember siyasetên li dijî wî li têkoşînê mezin bikin.

Pişt re belgefîlmek li ser berxwedan têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê ya di zindanan de hate nîşandan.

Her wiha li Tebqayê jî çalakiyê grevê hat destpêkirin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, nivîsgeh, endamên tevgerên jinan û ciwan beşdarî bûn.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Pêngava 10’ê Cotmehê li seranserî cîhanê deng veda û gelek kesayetên navdar tev li bûnê.

Em ê jî vê pêngavê berdewam bikin heta ku em azadiya fîzîkî ya rêberê xwe misoger bikin.”

Pişt re sivîsyonek derbarê berxwedan girtiyan de hate pêşandan.

Beriya wê jî li Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs, Qamişlo û Amûdê çalakî hatibûn lidarxistin.

Back to top button