Çalakiya greva birçîbûnê ya li Amûdê di roja 2. de bi dawî bû

Israra gelê herêmê ya ji bo naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Apo û lidarxistina çalakiyan ji bo azadkirina wî dewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo li Amûdê hatibû destpêkirin, îro bi peyama dewamkirin û mezinkirina têkoşînê bi dawî bû.

Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têne lidarxistin dewam dikin.

Gelê herêmê ji bo naskirina rewşa Rêber Apo rojane di nava çalakiyan de ne.

Xelkê Amûdê li bin konê çalakiya greva birçîbûnê ya ku duh li Amûdê hatibû destpêkirin kom bûn.

Xelk û endamên saziyan bi serdana di bin bin kon de piştevaniya xwe ya bo çalakiyê nîşan dan.

Li bin kon jî gelek kes axivîn û bal kişandin li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê.

Çalakî bi daxuyaniyekê bidawî bû.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha çalakî li Til Hemîs, Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê pêk hatine.

Back to top button