Nobedên Edaletê: Heta ku tecrîd dişikê, wê nobet bidome

Nobedên Edaletê li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dewam dike.
Di roja 16’an de malbatên girtiyan peyama ‘heta ku tecrîda li Îmraliyê neşkê, wê çalakî bidomin’ dan.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Nobeta Edaletê ên malbat û xizmên girtiyên siyasî 16 roj li pêy xwe hişt.

Nobetên Edaletê li bajarên Amed, Mersîn, Edene, Wan û Stenbolê îro jî bi biryardarî dewam kir.

Li Amedê Partiya Herêmên Demokratîk DBP jî di nav de endamên sazî û rêxistinan serdana çalakgeran kirin.

Ji çalakgeran Halîme Topûz got:

Heta daxwazên wan neyên qebûlkirin, wê ne 16 roj, 16 sal din jî nobetê bidomînin.

Li Mêrsînê jî di roja 16’an de dayikên Aştiyê û gelek rêxisitnên civakî yên sivîl beşdarî nobetê bûn.

Nobed diyarî 30 girtiyên ku 19’ê Kanûnê di pêvajoya berxwedana li girtîgehên Tîpa F de jiyana xwe ji dest dan, hate kirin.

Hevserokê TUAY-DER’ê ya Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş yê li wir axivî, ev bang kir:

“Em çiqasî piştevaniya xwe ya ji derve xurt bikin, em ê ew qasî xwedî li felsefeya Rêbertiya xwe û hevrêyên xwe yên li girtîgehan derbikevin.”

Ev der jî bajarê Edene ye û çalakger 15 roj in bi daxwaza rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgireka Kurd di nobetê de ne.

Ji xeynî Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, gelek kes bi beşdariyê piştgirî dan heman daxwazê.

Li Wanê jî rêxistina DEM Partiyê bajer û navçeya Rêya Armûşê û gelek kesên din serdana çalakiyê kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Ûzûnay axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê.

Nobeda Edaletê ya ku li Stenbolê hatî destpêkirin, ket hefteya xwe ya yekemîn de.

Li vir jî Rêveberên DEM Partiyê ya navçeyan serdana çalakiyê kirin û piştgirî dan.

Back to top button