Li gundewarê bakurê Hemayê û başûrê Idlibê navbera hêzên rejîma Sûrî û komeke çete şer derket û di encamê de gelek çete hatin kuştin.
Li herêmên gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê şer û topbaran berdewam e.
Çavkaniyên meydanî ragihandin navbera hêzên rejîmê û komeke çete li bajaroka Morik a gundewarê bakurê Hemayê şer derket û di encamê de gelek çete hatin kuştin.
Li gundewarê başûrê Idlibê bi taybet li gundê Skîk a herêma Xan Şêxon, navbera çeteyan û hêzên rejîmê şer derket.
Di encama şer û topbaran herdu aliyan de kuştî û birîndar hene.