Rejîma faşîst a Îranê li Rojhilatê Kurdistanê Kuştina kolberan didomîne.
Vê carê rejîma faşîst li bajarê Banê kolberke kuşt.
Li gorî agahiyan kolbernewsê , pêr hêzên dewleta Îranê li herêma Hengejal a bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, gule li ser kolberan barandin.
Di encama wê gulebarandinê de, kolberekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Navê Kolberê ku jiyana xwe ji dest daye Şehram Wasilî ji bajarê Bane û herdû kolberên birîndar navên wan nehate zanîn.
Li gorî agahiyên ji heman herêmê tên parvekirin, hêzên dewleta Îranê, li heman cihî hêzên xwe bi cih kiriye û gefa kuştinên nû şêniyên heremê dixwe.