Artêşa Tirk a qirker li ser rêya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de rasterast weletiyan dikin hedef.
Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk rêya di navbera navçeya Zirgan û Til Temirê de topbaran kir.
Artêşa dagirker xelkên sivîl yên li ser vê rêyê dike armanc..
Hêzên Asayişê jî ji bo parastina xelkên herêmê rê li ber çûn û hatina wan girt.
Duh jî di salavegera dagirkerina Girê spî û Serêkaniyê de artêşa dagirker ji Zirganê heta Til-temir, ji Eyn Îsa heta bi Minbic û Şehbayê, topbaran kirin.



