Almanya: Ji bo rewşa Abdullah Ocalan CPT berpirsiyar e

Hikumeta Alman bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep a li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got:
“Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan em xwedî agahî nînin, berpirsyarî ya CPT ye.”

Partiya Çep mijara tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, derbasî rojeva Meclîsa Alman a Federal kir.

Şêwirmendê Wezareta Karên Derve Andreas Michaelis li ser navê Hikumeta Federal bersiv da pêşnûme pirsê û wiha got:

“Li ser rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan ti agahî li ber destê me tune.”

Parlamentera Partiay Çep Gokay Akbûlût jî li ser bersivê daxuyaniyek da û helwesta hikumeta Scholz a têkildarî Îmraliyê bi tundî rexne kir û got:

“Piştî li Almanyayê hikumet hate guhertin, muxalîfên li Tirkiyeyê li benda piştgiriyeke xurtir bûn, lê belê hêviya wan şikest.”

Gokay Akbûlût anî ziman ku wê serî li nûnerê Almanyayê yê li CPT Dr. Gunda Wossner bide û got:

“Tecrîda li ser Rêber Ocalan û girtiyên din nayê qebûlkirin.”

Back to top button