Endamên Navenda Lêkolînan a Jineolojî yê şaxê Helebê destnîşan kir ku armanca şehîdxistina çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel encama tirsa sîstemên desthilatdar ji destkeftiyên jinan e.
Berdevka Navenda Lêkolînana a Jineolojî yê şaxê Helebê Rojiyan Hisên derbarê hedfgirtina Nagîhan de axivî.
Rojiyan êrişa li dijî Nagîhan şermezar kir û got:
“Rûxmî Silêmaniyê bajarekî Kurdan e jî , çalakvana jin a Kurd li ber deriyê mala xwe hat şehîdxistin.
Ev cihê şermezariyê ye.”
Rojiyan bang li hemû jinên şoreşger û azadîxwaz kir ku dengê xwe bilind bikin.
Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî Cûmana Mihemed jî ev yek anî ziman:
“Jinên xwedî ramana azad ku civakê bi rêxistin dikin, her tim dibin hedef.
Nagîhan civak perwerde û bi rêxistin dikir lewma hat hedefgirtin.
“Jinan bend û astengên li pêşiya xwe şikandine û êdî ji tiştekî natirsin.”