Selah Hemewandî: Her kesê ji xwe re dibêje Kurd divê ji bo azadiya Ocalan têbikoşe

Çalakvanê Mafê Mirov Selah Hemewendî da zanîn divê tevayî cîhan rabe ser lingan, hemû serkirdeyên siyasî, siyasetmedar û gelê Kurd bi hevre daxwaza azadiya Ocalan bikin.

Li Başûrê Kurdistanê jî bertekên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan zêde dibe.

Çalakvanê Mafê Mirov Selah Hemewendî derbarê girîngiya azadiya fîzîkî ya rêber APO axivî û ev tişt anî ziman:

“Em hertim piştevanên azadiya Ocalan in. Em li gel rêxistinên mafê mirov û balyozên aştî ên navdewletî li ser azadiya Ocalan nîqaş dikin

Yek bêje ez Kurdim, dilsoz û welatparêzim divê daxwaza azadiya Ocalan bike, Ji ber ku Ocalan yek ji serkirde û rêberên herî têkoşer ên gelê Kurde.”

Her wiha Hemewandî di dawiya axaftina xwe bang li hemû sekirdeyên siyasî, siyasetmedar û gelê Kurd kir ku bi hevre daxwaza azadiya rêber APO bikin.

Back to top button