Rûsya li paytext Kievê da

Beriya çend rojan, li Pira Kirimê teqîneke mezin pêk hat.
Rûsya ev yek weke êrişa li dijî xaka xwe qebûl kir û bi moşekan li paytext Kievê da.
Amerîka li hemberî êrişê soz da ku ew pergala parastina ezmanî bide Ukraynayê.
Mosko jî ev weke sedema zêdebûna metirsiya şerê Rûsya û Nato binav kir.

Di bin navê bersivdayîna teqîna li ser pira Kirimê, roja Duşemê Rûsya bi dijwarî li li paytexta Ukraynayê Kîevê da.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Ukraynayê, artêşa Rûs 84 moşek û 24 êrişên ezmanî pêk anîn.

Wezaretê ragihand ku wan dikarî 43 moşek û 13 balafirên êrişê yên bê mirov bêbandor bikin.

Bi giştî di encamê de 19 kesan jiyana xwe ji dest da û bêtirî 105 mirov jî birîndar bûn.

Di serî de paytext Kiev, zerareke mezin li jêrzemîna gelek bajaran bû.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî îdîa kir ku wan hedefên destnîşankirinî bi moşekan tine kirine.

Amerîka: Em parastina ezmanî bidin Ukrayna

Serokê Ukraynayê Zelensky ku êrişa li dijî Kievê weke hewldana tinekirina welat bi nav kir, dîsa berê xwe da welatên Rojavayî.

Bi vê armancê li gel serokê Amerîkayê Joe Biden pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Koşka Spî li ser pêwendiyê agahî parve kiri û got;

Serok Biden soza da ku ew desteka pêwîst bidin Ukraynayê. Di nava vê alîkariyê de wê Pergala Parastina Ezmanî jî hebe.

Rûsya: Metirsiya şerê li gel NATO zêde dibe

Rûsya li hemberî soza ku Biden dayî nerazîbûn nîşan da û got;

Di rewşeke wiha de wê metirisya şerê Rûsya û Nato’yê zêde bibe.

Back to top button