DEM Partî rapora êriş û binpêkirinên mafa ên 8 salan eşkere kir

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partiyê rapora êriş û binpêkirinên mafa ên 8 salên dawî li hemberî partiya wan tê kirin eşkere kir.
Li gorî vê; Nêzî 23 hezar kes hatine binçavkirin.
Ji wan bêtirî 4 hezar hatine girtin.
Di nava van de, hevserok, parlamenter û endamên partiyê hene.

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî bi daxuyaniyekê rapora êriş û binpêkirinên mafa ên ji sala 2015’an heta niha li dijî endamên partiya wan hatine kirin parve kir.

Daxuyanî li avahiya partiyê ji hêla hevberdevkê komîsyonê Ozturk Turkdogan ve hate eşkerekirin.

Ozturk Turkdogan, da zanîn êrişên li dijî partiya wan ji daneyên di raporê de hatine destnîşankirin zêdetir in.

Li gorî raporê encama êriş û binpêkirinên ji sala 2015’an heta niha yên li dijî partiyê wiha ne;

Di nava 8 salan de herî kêm 22 hezar û 818 partiyî hatin biçavkirin.

Hevserokên giştî jî di nav de herî kêm 4 hezar û 334 kes jî hatine girtin.

Ji wan 24 parlamenter û 30 endamên Komiteya Rêveber a Meclîsê,

305 kes jî hevserokên bajar, navçe û bajaroka nin.

Turkdogan bibîrxist ku heta niha jî 7 parlamenter û 14 endamên Komiteya Rêveber a Meclîsê girtî ne û parêzbendiyên 15 parlamenteran jî hatine betalkirin.

Komîsyonê da zanîn tenê di nava 11 mehên îsal de 72 jê zarok û 60 jê rêveberên bajar û navçeyan, bi giştî 2 hezar û 906 kes hatine binçavkirin.

Ji van kesan 4 jê zarok bi giştî 319 kes hatine girtin.

Turkdogan diyar kir kesên ku her carê qala îradeya gel dikin, dema mijara dibe îradeya gelê kurd û dostên wan, vê îradeyê nas nakin û got:

93 hevşaredarên me yên di 30’ê Adara 2014’an de hatin hilbijartin hatin girtin, li 95 şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin.

Heta niha jî 44 hevşaredarên me dîlgirtî ne.

Li ser êrişên fîzîkî ên li dijî endamên partiyê jî Ozturk Turkdogan ev agahî dan:

Li dijî partiya me herî kêm 336 êrişên fîzîkî hatin kirin.

Di van êrişan de 2 endamên partiya me jiyana xwe ji dest dan û 76 HDP’î birîndar bûn.

Her wiha li dijî partiya me êrişên bombeyî hatin kirin.

Di van êrişan de 142 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî hezar hevalên me jî birîndar bûn.

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partî anî ziman ne partiya wan ne jî dostên wan bi zextên îktîdarê ji rêya xwe dûr nekevin û bang li hemû derdorên demokratîk kir ku li gel wan tevbigerin.

Back to top button