Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrezorê Fatima Marawan piştgirî da xebatên QSD’ê ji bo avakirina ewlehî û aramiyê li Dêrezorê bi rêya operasyona “xurtkirina ewlehiyê.”
Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan rewşa operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê ′ û hewldana derxistina aliyên tehrîdkirina li dijî QSD′ê, nirxand.
Têkildarî mijarê Fatme wiha got:
“Herêm di komplo û ajandeyên derve re derbas dibe û ew hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin, fitneyê di nava şêniyan de derxin.
Gelê me êdî îro li ser kesên li Sûriyê piştgiriyê didin terorê, kî li Sûriyê şerê terorê kiriye, şahid e.
Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin.”
Famte bang li gel û rûspiyên herêmê kir ku li hember fikrên ajandeyên derve yên hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin, bisekinin.
Di dawiyê de Fatma Merwan wiha axivî:
“Meclisa Sivîl a Dêrazorê tevî komîteyên xwe li ser hişyarkirina gel dixebitin.”
Tevgerên Jinan: Bi piştgiriya gel hewldanên fitneyan têk diçin



