Tevgerên Jinan: Bi piştgiriya gel hewldanên fitneyan têk diçin

Tevgerên jinan û nûnerên Rêveberiya Sivîl ya Tebqayê û pêkhateyên Minbicê jî piştgiriya operasyona “Xurtkirina ewlehiyê” kirin.

Daxuyani li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hat xwendin û hat gotin:

“Enqere û Şamê ji bo têkbirina projeya me ji hundir ve bi rêya şaneyên veşartî yên DAIŞ gelek rêbaz bi kar anîn.

Niha jî hewldanên derxistina fitneyê li herêmê hene, ku armanc jê dûrxistina pêkhateyên gelê Sûriyê ji hev e.

QSD bi armanca parastina herêmê û gelê wê, dest bi operasyona ‘Xurtkirina ewlehiyê’ kir.

Ev komplo bi saya hêzên me û piştgiriya gel hatin têkbirin.

Bang gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku piştgiriyê bidin QSD’ê û guh nedin fitne û hewldanên têkbirina aramiya herêmê.

Pêkhateyên Minbicê li hember êrîşan teqezî bi hevgirtinê kirin

Li Minbicê jî, partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Biratiya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dizekî têk naçe” çalakiya konvedanê li dar xist.

Di konê çalakiyê de, kesên axivîn, êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin:

“Aliyên dijber dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin, lê biratiya gelan a li Sûriyê bi dizekî û fîtnekariyê têk naçe.

Back to top button