Li herêma Derînkoy di çalakiyekê li dijî dagirkeran de, 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Derînkoy a navçeya Xozadê ya Dersimê li dijî dagirkeran çalakiyek pêk anî.
Di vê çalakiyê de, bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Tê payîn, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di nava rojê de daxuyaniyekê li ser mijarê bide.