Li mizgefta Aqsayê polîsan gaza rondikrêj avêt nimêjkeran

Aloziya di navbera Îsraîl û Filistîniyan a ji ber rêkarên derxistina 28 malbatên taxa Şêx Cerah roj bi roj gurtir dibe. Li gelek deveran, bi taybetî Qudsa Rojhilatî şer û pevçûnan rû daye. Zêdeyî 180 birîndar hene. Li gelek welatan jî, ji bo piştgirya Filistînê, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Aloziya Îsraîl û Filistîniyan roj bi roj gurtir dibe.

Li gelek welatan jî xwepêşander ji bo gelê Filistînê dadikevin qadan.

Li mizgefa Aqsayê ya li Qudsa Rojhilatî, vê sibehê hêzên Îsraîlî careke din bi gaza rondikrêj, bombeyên dengî û qurşînên plastîk êrîşî Filistîniyan kir.

Nêzî Bab El-Amûd pevçûn di navbera polîs û Filistîniyan de derketin.

Li Aqsayê Îsraîliyekî hewl da bi erebeya xwe pê li ciwanan bike

Di dîmenekî de, li ber deriyê Esbatê yê mizgeftê, zilamekî Îsraîlî hewl dide bi erebiya xwe pê li ciwanên Filistînî bike.

Heyva sor a Filistînî: Zêdeyî 180 kes birîndar bûne

Li gorî Heyva Sor a Filistînî, bêtirî 180 kes îro birîndar bûne û zêdeyî 80 birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Li gorî Ajansa Mea ya Filistînî, heya vê gavê li Aqsayê tengeje li dar e.

Polîsan êrîşî taxa Şêx Cerah kir û digel Filistîniyan pev çûn

Li aliyeikî din, Îsraîliyan êrîşî taxa Şêx Cerah a ku sedema vê aloziyê ye kir û pevçûn navbera polîs û Filistîniyan derket.

Ciwanên Filistînî rêgehên taxê bi gemardank û keviran girtin, da ku niştedagir pêşde bekevin.

Ciwanên Xeza û Heyfa li ser sînorê digel Îsraîlê, li dijî kirinên a dawî derketin xwepêşandanê û agir bi çerxeyan xist.

Li ber balyozxaneyên gelek welatan xwepêşandan hatin lidarxistin

Li ber balyozxaneyên hin welatan jî xwepêşandan li dijî rêkar û kirinên Îsraîlê hatin lidarxistin û li Brîtanya, Tirkiye û Urdinê ji bo Filistîniyan welatî daketin qadan.

Çend saniyan biherikîne

Pergala parastina Îsraîlî 2 mûşekên Filistîniyan li jora esqelanê bêbandor kirin

Jixwe artêşa Îsraîlî jimareke nuqteyên çavdêriyê yên li Xezayê da ber topan û Pergala Parastinê jî 2 mûşekên ji Xezayê berdayî, li jora Esqelanê bêbandor kirin.

Li aliyekî din, dadgeha Îsraîlî doza valakirina xaniyên 28 malbatên li taxa Şêx Cerah dereng xist.

Li gorî malpera “Walla” ya Îbrî, sedema bipaşxistina vê dozê ku biryar bû îro pêk bihata, ew e da ku alozî zêdetir gur nebe.

NY: Divê Îsraîl ji kirinên xwe vegere

NY ji aliyê xwe ve bang li Îsraîlê kir ku ji kirinên xwe yên li dijî Filistîniyan vegere.

Natanyaho: Em nahêlin kes aramiya me têk bibe

Lê belê Natanyaho dibêje ku ew nahêlin ti kes aramniya li Qudsê têk bibe.

Konseya Navdewletî der barê van geşedanan de îro rûniştineke taybet li dar bixe.

“Rêxistina Hevkariya Îslamî” û “Komkara Erebî” sibe civînan li dar dixin

Sibe Sêşemê jî, “Rêxistina Hevkariya Îslamî” û “Komkara Erebî” di heman derbarê de civîneke awarte li ser asta şanderên mayînde li dar dixe.

Back to top button