Rewşenbîr û mamosteyên zanîngehê yên Hewlêrê êrîşa ser HDP’ê şermezar kir

Komek rewşenbîr, mamoste û çalakvanan serdana nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kir û êrîşa ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê şermezar kir.

Komek rewşenbîr, mamosteyên zanîngehê û çalakvanên bajarê Hewlêrê serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê kir.

Koma rewşenbîr û mamosteyan bi tundî êrîşa ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê dûbare kir.

Back to top button