Li Kobanê çalakiya konvedanê hat destpêkirin

Nerazîbûn û çalakiyên li Rojavayê Kurdistanê jî dewam dikin.
Li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê li Kobanê çalakiya Konvedanê hat destpêkirin..
Çalakgeran berxwedana gerîla silav kirin..
Malbatên Gerîla û şêniyên navçeya Tirbespiyê jî bang li PDK’ê kir ku li dijî gerîla nekeve nava tevgereke êrîşê.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re nerazîbûnên xelkê hene.

Di vê çarçoveyê de îro li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana Gerîla çalakiya konvedanê hat lidarxistin..

Konê çalakiyê bi pêşengtiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li qada şehîd Egîd hat vegirtin.

Şêniyên Kobanê ji saet 11 heta 6’ê êvarî di bin konê çalakiyê de ne..

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin..

Malbatên gerîla banga rawestandina êrîşan kirin

Malbatên Gerîla yên ji Girkê Legê jî bertek li dijî êrîşên li ser zarokên wan dan û banga rawestandina şer kirin..

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bang li PDK’ê kir: Birayê xwe nekuje

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jî axivîn diyar kirin ku ew li dijî şerê birakujiyê ne.

Şêniyan bang li PDK’ê kirin ku nebe hevkarê dijmin û birayê xwe nekuje.

Back to top button