Artêşa Tirk rêya M4 û gundên Eyn Îsayê topbaran kirin

Dewleta Tirk gundê Xalidiyê, Seyda û rêya M4 yên Eyn Îsayê topbaran kirin.

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê careke din gundên Xalidiyê, Seyda û rêya M4 yên Eyn Îsayê kirin armanca topên xwe.

Vê sibehê jî balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker, girê Til Rifetê yê Şehbayê bombebaran kir.

Beriya wê jî, heman dagirkerî bi droneke keşfê girt ser asmanê gundê Eyndeqnê yê heman herêmê û piştre ew jî da ber bombeyan.

Back to top button