Gelek mexdurên erdhejê hîne jî li benda alîkariyê ne

Polîtîkayên dewleta Tirk û xemsariya wan encama bilonçoya erdhejê qet bi qet zêdetir dike Tevî ku 14 roj li ser erdehejê re derbas dibe, hîna jî gelek mexdûr bê konin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi tora piştevaniyê ya hûnandî alîkariyan digihîne mexdûrên erdhejê.

Polîtîkayên dewleta Tirk û xemsariya wan encama bilonçoya erdhejê qet bi qet zêdetir dike.

Heya niha jî mexdûrên erdhejê ji alikariyê bê par mane û hikûmeta AKP-MHP’ê cudakariyê dixe di navbera gel de.

Tevî ku 14 roj li ser erdehejê re derbas dibe, hîna jî gelek mexdûr bê konin.

HDP Bi tora piştevaniyê alîkariyan digihîne mexdûrên erdhejê

Gel bi piştgiriya ji rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, sendîka û ji dilxwazan tê birînên xwe derman dike.

Bi taybetî Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi tora piştevaniyê ya hûnandî alîkariyan digihîne mexdûrên erdhejê.

Di vê çarçoveyê de li Êlihê gel ketiye serferberiya alikariyê a ji bo mexdûrên erdhejê

Ji zarokan heta pîr û kalan her kes bi qasî hêza xwe hewl dide ji birînan re bibe derman.

Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î piştî navçeya Bazarcixê li bajaroka Narliyê a Mereşê jî aşxane ava kir.

Aşxaneya li herêmê xizmetê dide 3 hezar kesan û 2 dan xwarinê dide welatiyan.

Jinên botanê tir’a binevşî ber bi dîlokê ve bi rê kir

Şaredariya Silopiyayê TIR’a binevşî ya ku tenê ji pêdiviyên jin û zarokan pêk tê ber bi Dîlokê ve hate bi rê kirin.

Beriya ku TIR’a binevşî ber bi herêma erdhêjê ve bişînin jinan daxuyaniyek da.

Di daxuyanî de Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan axivî û bal kişand ser kampanyayê û got:

Me weke jinên Botanê jî kampanyayek da destpêkirin.

Ev kampanyaya me dê bidome, em ê bi piştgiriyê bi hevre birînên xwe bipêçin.”

Xelkê heremê diyar kirin ku alîkariya ewil ji aliyê HDP’a ku weke HADEP penase dikin ve hatine şandin û gotin:

“Alîkariya qeymeqamtiyê piştî 4 rojan hatiye.”

Back to top button