Konferansa damezrîner a El-Sade El-Eşarif El-Beyt destpê kir

Li Tebqayê konferansa damezrîner a El-Sade El-Eşarif El-Beyt bi dirûşmeya “Bi exlaqê te ey pêxemberê xweda em bilind dibin” tê li darxistin.

Îro konferansa damezrêner a Elsada El Eşarif Al Elbeyt li bajarê Tebqayê dest pê kir.

Hejmarek mezin a oldaran, nûnerên saziyên olî, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li konferansê bûne.

Axaftina destpêkê ya Konferansê ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El Elî ve hate kirin.

Hind El Elî diyar kir ku lidarxistina konferansê bi saya şehîdan e, yên ku ji bo rizgarkirina vê herêmê tiştê herî giranbiha feda kirin.

Li gorî bernameya konferansê, dê li ser navê Îslama Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk nîqaş heta êvarê bidome.

Her wiha dê ayatên Quranê bên xwendin, rêzikname bê xwendin, dê nîqaş li ser bê kirin û were erêkirin.

Piştre dê meclisa hevserokatiya saziyê bê hilbijartin.

Back to top button