Çeteyan êrîşî nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic kir

Çeteyên dewleta tirk êrîşê nuqteyên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ên li gundê Toxar Kebîr ya li ser xeta Sacûrê kirin.

Di êrşên direngiya şevî de, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî yekser bersiv da.

Şerê ku derketî heta saetên serê sibehê dewam kir.

Di encama de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Her wiha du erebeyên çeteyan hatin taqandin.

Li aliyekî din jî vê sibehê leşkerên dewleta Tirk gundê Minix, Bêlûniyê û navçeya Til Rifat ên herêma Şehbayê topbaran kir.

Back to top button