Hikûmeta Tûnisê ku sînorên wê bi Lîbyayê ve ragihand ku ti destwerdaneke derve di Lîbyayê de qebûl neke û wê xaka Tûnisê nebe baregeheke ji hêzên biyanî re.
Wezîrê Parastinê yê Tûnisê, Îmad El-Hezqî di axaftineke xwe ya di parlmana Tûnisê de wiha got:
“Ti hêzên biyanî li ser xaka Tûnisê nîne.
Em bi temamî sînorên xwe diparêzin û em ê nehlin ti hêzeke biyanî li welêt cihê xwe bigre.
Îmad El-Hezqî teqez kir ku berê û niha jî Tûnis na-pejrîne ku xaka wê ji aliyê hêzeke biyanî ve ji bo destwerdana di welatên cîran de were bikaranîn.
Wezîrê Parastinê yê Tûnisê, Îmad El-Hezqî, derbarê aloziya Lîbyayê de destnîşan kir ku ew destwerdaneke biyanî di Lîbyayê de red dikin û ew bi çareseriya siyasî re ye.
Yunanîstan: Tirkiye wê Ewropa li pêşiya xwe bibîne
Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Mîçotakîs li ser binpêkirinên dewleta tirk ya ji bo xaka Lîbyayê axivî û got:
Ger tirkiye mafê welatan binpê bike, ev yek wê pirsgirêkên mezin bi xwere bêne.
Tirkiye ne tenê Yunanîstan, wê tevahî Ewropa li pêşiya xwe bibîne.