HDP’yî xwe ji bo meşê amade kirine

Ji bo “Meşa Demokrasiyê” ku wê 15 Hezîranê were despêkirin, HDP’yî xwe amade kirine. Li Colemêrg, Wan û Bedlîsê HDP’yî amadekariyên xwe yên dawiyê dikin. Hevserokên HDP’ê yên bajaran careke din banga beşdariya meşê kirin.

Bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê di 15’ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê wê dest bi “Meşa Demokrasiyê ya li dijî darbeyê” were kirin.

Xebatên beşdariya vê meşê li aliyê Colemêrgê didomin.

Gelek HDP’yî çûne Colemêrgê û 14’ê Hezîranê wê rêveberên HDP’ê li Colemêrgê amade bin û di 15’ê mehê de dest bi meşa xwe bikin.

Colemêrg

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şen-oglû û gelek rêveberên HDP dê beşdarî meşa li Colemêrgê bibin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê Sînan Kaya têkildarî xebatên meşê axivî û got, bi rojane ew amadekariyên meşê dikin û ew bi rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên bajêr re tên gel hev.

Kaya anî ziman ku ew ber bi dawiya amadekariyên meşa xwe ve tên û ev tişt anî ziman:

Em ê li navenda Colemêrgê beşdariyek xurt ji bo meşê pêk bînin.

Em ê li navenda bajêr kîlo metreyek bimeşin û starta meşê bidin.

Em ê dengê gelê Colemêrgê bigihînin gelê xwe.

Wan 

Piştî kîlometreyek meşa li Colemêrgê dê karwanê meşa HDP’iyan ber bi Wanê ve derkeve rê û dê xelkê Wanê şandeya HDP’ê li ser rêya Wan-Payîzava û Westanê pêşwazî bike û pişt re derbasî navenda Wanê bibin.

Şande dê derbasî Rêxistina HDP’ê ya Wanê bibe û bi xelkê re were gel hev.

16’ê Hezîranê şande dê bi rêxistinên civakî yên sivîl, esnaf, gel û xelkê navçeyan re were gel hev.

17’ê Hezîranê jî şandeya HDP’ê li Parka Mûsa Anter kom bibe û bi girseyî oxirî Bedlîsê were kirin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Okkeş Kava têkildarî meşê axivî û got, ew ê şandeya xwe bi girseyî pêşwazî bikin û rêzeçalkiyên li Wanê amade kirine dê birêve bibin û pişt re jî şandeyê ji Wanê oxir bikin.

Bedlîs 

Piştî Wanê dê şandeya HDP’ê ku derbasî Bedlîsê bibe jî wê were pêşwazîkirin û pişt re li vir jî hin rêzeçalakiyan li dar bixe.

Şande piştî Bedlîsê dê oxirî Amedê were kirin.

Hevserokê Rêxistian HDP’ê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn jî derbarê şandeya HDP’ê bang li hemû şêniyan kir ku beşdarî pêşwazîkirina şandeyê bibin.

Back to top button